Qibris- Li dijî ‘çekên kîmyewî’ çalakiya konvedanê hat destpêkirin

Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê li dijî bikaranîna çekên Kîmyewî çalakiya çalakiya konvedanê hat destpêkirin. 

Kurdên li bajarê Lîmasol ê Qibrisê dijîn, li dijî bikaranîna çekên Kîmyewî li ber Şaredariya bajêr kon vedan.

Çalakî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, Însiyatîfa Jinan û Meclisa Gelê Kurd a Qibrisê hat destpêkirin.

Di çalakiyê de siyasetmedar Kamil Akalin axivî û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir.

Kamil diyar kir ku ew ê bi heman armancê 25’ê Mijdarê wê meşekê li dar bixin û bang li xelkê kir ku tevli meşê bibin.

Li Marsîlya meşek hat lidarxistin

Li Marsîlyayê jî ciwanên Kurd meşek lidar xistin û şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê silav kirin.

Ciwana di meşê de daxwaza azadiya Rêber Ocalan kirin ..

Ciwanan pankarta ji wêneyên 17 gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûn, hildan..

Û dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî berxwedana gerîla’ qîriyan.

Back to top button