Ji ber zextên Talîbanê êdî jin rûveşartî pêşkêşvaniyê dikin

Talîbana ku di encama lihevkirina navneteweyî kontrola Efxanistanê bidest xist, zextên mezin li civakê dike.Bi taybet jî jin.
Her dawî ji ber zext û gefên Talîbanê, pêşkêşvanên jin neçar man ku li ber ekranê rêyên xwe veşêrin.

Li Efxanistanê bi hatîna rêjîma Talîbanê re, êdî jiyan ji her alî ve zor dibe.

Di bin navê pêkanîna rêjîma Şerîetê, Talîban jiyanê li gel heram dike.

Bi taybet jî yên herî zêde para xwe ji van zextan digrin jin in.

Piştî qedexekirina xwendina li dibistanan, vê carê zextên li dijî jinên rojnamevan di rojevê de ne.

Destpêka meha Gulanê rêjîma Talîbanê fermaneke wiha li welat belav kir:

Pêwîste jin li qadên gelemperiyê rûyên xwe veşêrin.

Bi gotineke din, piştî 21 salan careke din lixwekirina Burka li jinên Efxanî hate ferzkirin.

Wezareta Talîbanê ya binavê Ferzkirina Fazîletê, di çarçoveya biryara dawî de ferman da ku êdî jinên pêşkêşvan jî rûyên xwe veşêrin.

Û di encama van zextan de li gelek kanalên televizyonê yên welat, pêşkêşvan neçar man ku bi rûveşartî derkevin pêşberî ekranê.

Jinên pêşkêşvan ku xwe weke qurbanê vê fermanê binav dikin dibêjin,

Talîbanê zextên zêde li me kirin. An em ê bi rûyê veşartî pêşkêşiyê bikin, en jî em ê ji kar werin dûrxistin.

Divê were zanîn ku eger em niha bi awayekî rûveşartî derdikevin pêşberî ekranê, ev yek encama zextên Talîbanê ye.

Back to top button