Hersa gelê Kurd li dijî êrişan û xiyanetê zêde dibe

Li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê nerazîbûn zêde dibin.
Pêşmergeyên Dêrin diyar kirin hinek partî bûne nokerên Tirkiyê û hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyê zindî bûye
Serokê Lijneya Asayîş û Navxweyî ya parlementoya Başûrê Kurdistanê Şaxewan Reuf jî ji hikûmeta heremê û Iraqê xwest ku li dijî êrişan bibin xwedî helwest.

Êrişên dewleta Tirk yê bi hevkariya PDK’ê ya li dijî Başûrê Kurdistanê û gerilayên azadiyê dewam dike.

Li seranserê Kurdistanê û cîhanêk, gelê Kurd û dostên wan li hemberî êriş û dagirkeriyê bi hêrs in.

Pêşmergeyên dêrîn ên Rewandizê li dijî êrişên dagirkeriyê a tirk û hevkariya PDK’ê bertek nîşan dan.

Pêşmergeyên dêrin ên Rêwandizê: Dewleta Tirk hêz û aliyên Kurd ku hevkariya wê dikin weke çete dibîne

Yek ji pêşmergeyên dêrîn ên Rewandizê Bêbak Mihemed derbarê mijarê de axivî.

Bêbak Mihemed bal kişande ser dijminahiya dewletên dagirker a li hemberî gelê Kurd, bi taybetejî dewleta Tirk.

Pêşmergeyê Dêrin Bêbak Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst hêz û aliyên kurdî ku hevkariya wê dikin weke çete dibîne û got:

“Herî dawî wê tenê şermezarî ji bo wan bimîne”

Pêşmergeyê dêrîn yê bi navê Heynî Ebûbekir jî nerazîbûn nîşan da û wiha got:

“Niha hêzek siyasî ji bo mayîna xwe û bihêzkirina xwe hevkariya Tirkiyê dike.

Lê wê ev heta dawî neçe, wê rojek were, ev hevkarî bibe dijberiya wê.”

Pêşmergeyê dêrîn Heynî Ebûbekir dawî daxwaz ji pêşmergeyên dêrin û yên niha, hêz û aliyên siyasî kir ku li dijî êrişên tirk bibin xwedî helwest.

Derbarê mijarê de û zêdebûna êrişan de Fermandarê Pêşmergeyan ê li navçeya Mexmûr, Xazî Feysel jî axivî.

Xazî Feysel: Hinek partî bûne nokerên Tirkiyê û hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyê zindî bûye

Xazî Feysel diyar kir ku ji dema Mesrûr Barzanî dest bi kar kiriye û heta niha dewleta tirk 13 caran Wargeha Penaberan a Mexmûrê bombebaran kiriye û got:

“Hinek partî bûne nokerên Tirkiyê û hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyê zindî bûye.”

Xazî Feysel da zanîn bombebaran û êriş bêyî hevkariyê pêk nayê.

Xazî Feysel diyar kir ku divê demildest hikûmeta Başûr bûyerên terorîstî û bombebaranên dewleta Tirk lêkolîn bike û ji hikûmeta Iraqê jî xwest ku bêdeng nemîne û serweriya xaka welat biparêze.

Lijneya Asayîş û Navxweyî ya Parlementoya Başûr wê li ser êrişên Tirkiyê bicive

Li aliyê din Serokê Lijneya Asayîş û Navxweyî ya Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Şaxewan Reuf ragihand wê di rojên pêş de, weke Lijne li ser bombebaranên Tirkiyê bicivin.

Herwiha Şaxewan Reuf daxwaz ji hikûmeta heremê û Iraqê kir ku li dijî êrişan bibin xwedî helwest.

Back to top button