Îsraîl: Li Xezayê 30 dîlgirtiyên Îsraîlî yên di destê Hemasê de mirin

Şerê Hemas û Îsraîlê ku navenda wê Xezaye, dewam dike û rojane hejmara kuştî û birîndaran zêde dibe.
Îsraîlê eşkere kir ku wan mirina 30 dîl girtiyên Îsraîlî yên di destê Hemasê de piştrast kirine.
Li aliyê din Hemasê ji bo vekişîna Îsraîlê û bi dawîkirina şer planeke agirbestê ya 135 rojan pêşniyaz kir.

Di van rojên ku li ser pêkanîna agirbestekê niqaş tên kirin şerê li Xezayê jî berdewam dike.

Di nava 24 seetên dawiyê de jî di encama şer û êrişan de bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Li aliyê din li gorî Îsraîlê 136 welatiyên wan di destên Hemasê de dîl girtî ne.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagarî duh di civîneke çapemeniyê de eşkere kir ku 30 dîl girtiyên Îsraîlî li Xezayê mirine.

Hagarî got, “Me ji malbat û heskiriyên 30 kesên ku hatine revandin re got ku wan jiyana xwe ji dest dane û me mirina wan ya li Xezayê piştrast kir.”

Îsraîl amadekariyên êrişeke li dijî Refahê dike

Li aliyê din artêşa Îsraîlê amadekariyên li dijî herêma Refahê ya Xezayê dike.

Hat ragihandin ji bo operasyoneke ku tê payîn bê kirin, artêşa Îsraîlê beriya êrişê xebatan dike ku xelkê vê herêmê bişîne bakurê Xezayê.

Herêma Refahê weke navendeke girîng ya Hemasê tê dîtin û heta niha hêzên Îsraîlê neketine vê herêmê.

Hemasê planeke agirbestê ya 135 roj pêşniyar kir

Mijara pêkanîna agirbesteke li Xezayê jî di rojevê de ye.

Hemasê, ji bo ku çar meh û nîv şer raweste, di nava vê demê de dîl girtî hemû bên berdan, Îsraîl leşkerên xwe ji Xezayê vekişîne û şer bi dawî bibe planeke agirbestê pêşniyar kir.

Di pêşniyaza Hemasê de tê xwestin ku ev pêvajo li ser sê qonaxên ji 45 rojan pêk were.

Di qonaxa yekemîn de bi hev guhertîna dîl girtiyan, qonaxa duyemîn de, vekişîna hêzên Îsraîlî ji Xezayê û qonaxa sêyemîn de jî teslîmkirina cenazeyan.

Hemasê eşkere kir ku wan ev pêşniyaza xwe ji Misir û Qatarê re ragihandine ku navbeynkariyê dikin.

Lê Îsraîlê heta niha derbarê vê pêşniyazê de daxuyaniyek nedaye..

Blinken: Li ser plana Hemasê em ê bi Îsraîlê re niqaş bikin

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî di civîneke çapemeniyê de eşkere kir, ji bo navber dayîna şerê li Xezayê û berdena dîl girtiyan ew bersiva Hemasê dinirxînin.

Blinken diyar kir ew ê vê yekê bi rayedarên Îsraîlê re niqaş bikin û got, “Ji bo pêkanîna agirbestê tişta ji destê me bê em ê bikin.”

Pêşnûmeya 17 mîlyar dolar alîkarî ya ji bo Îsraîlê hat redkirin

Back to top button