HPG: Artêşa Tirk 2 caran bi bombeyên Taktîk Nukleer êrişî Zapê kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker 2 caran bi bombeyên taktîk nukleer êrişî Zapê kir.

Têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriya Tirk Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek weşand.

HPG’ê da zanîn li Herêma Xakurkê 11’ê Tîrmehê li Girê Şehîd Qehreman dagirkeran dest bi operasyoneke kirin û got:

Hêzên me bi çekên giran li wan dagirkeran hate xistin ku derketin operasyonê.

14’ê Tîrmehê jî gerîlayên YJA Starê bi çekên giran li dagirkerên li ser Girê Şehîd Axîn xistin.

Bi domdarî HPG’ê bibîrxist êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî çeperên wan yên berxwedanê dewam dikin û ev agahî da:

11’ê Tîrmehê li Qada Berxwedanê ya Sîda ya Zapê, çeperên me carekê bi bombeyên taktîk nukleerê hatin bombekirin.

13’ê Tîrmehê li herêma rojavayê Zapê jî çeperên me yên li Girê FM’ê carekê bi bombeyên taktîk nukleer hatin bombekirin.

Her wiha HPG’ê eşkere kir ku qadên Berxwedanê 11 caran bi balafirên şer,

462 caran jî bi çekên giran hatin bombekirin.

Arteşa Tirk a dagirker 414 caran herêmên parastina yên medyayê bombebaran kir

Back to top button