Komîteya çalakiyan a sedsaliya Peymana Lozanê banga beşdariya konferansê kir

Komîteya Çalakiyan a 100 saliya Peymana Lozanê ragihand ku di 22-23’ê Tîrmehê de wê bi dirûşma “Di 100 saliya Peymana Lozanê de em Kurd û Kurdistanî li Lozanê ne û Peymana Lozanê qebûl nakin, red dikin” li bajarê Lozan ê Swîsreyê bin.

Komîteya Çalakiyan a 100 saliya Peymana Lozanê wê di 22-23’ê Tîrmehê de li bajarê Lozan ê Swîsreyê konferansek li dar bixe

Têkildarî mijarê Komîteyê daxuyaniyek weşand û ji bo çalakî û xwepêşandanên ku tê payin 2 rojan dewam bikin banga tevlîbûnê kir.

Komîteyê bibîrxist beriya niha bi 100 salî li bajarê Lozanê yê Swîsreyê bi peymaneke navneteweyî Kurdistan hate parçekirin û wiha got: Di vê civînê de em ê endamên Lozanê, bandora li ser Kurdistanê binirxînin û helwesta xwe diyar bikin.

Di sedsaliya vê peymana qirêj de em dixwazin weke Kurdistanî helwesta xwe destnîşan bikin, nîşanî aliyan bidin ku vê peymanê qebûl nakin û dengê xwe bigihînin raya giştî ya cîhanê.

Di 24’ê Tîrmehê de li pêşiya salona ku Peymana Lozanê lê hate îmzekirin em ê encamên konferansê eşkere bikin.

Wê konferans du rojan dewam bike        

Li gorî daxuyaniya komîteyê, wê ev konferans li ser redkirina hevpeymana lozanê be û dê du rojan nîqaş û gotûbêj werin kirin.

Di beşa encamê de jî wê ‘Biryar û Encamnameya Konferansê’ bê eşkerekirin û beyan name û rakirina ji meriyetê bêne nîqaşkirin.

Back to top button