Şehîdên Efrînê bi findan hatin bîranîn

Di salvegera 5’emîn a dagirkirina Efrînê de, şehîdên “Berxwedana Serdemê” bi pêxistina findan hatin bîranîn.

Bîranîn ji aliyê welatiyên Efrînê yên koçberî Qamişlo bûne, li Çerxerêya Nebî Hûrî pêk hat.

Welatiyan 58 findên ku rojên Berxwedana Serdemê temsil dikin pê xistin û şehîd bibîr anîn.

Her wiha stranên berxwedana Efrînê jî gotin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 20’ê Çileya 2018’an dijî Efrînê êrîş dabû destpêkirin, piştî berxwedana 58 rojan, 18’ê Adara heman salê Efrîn û gundewarên wê hatin dagirkirin.

Bi boneya salvegera dagirkirinê, wê sibe jî Komeleya Civakî ya Efrînê daxuyaniyeke çapemeniyê bide.

Back to top button