
Li taxên bajarê Qamişlo gel bi coşeke mezin agirê Newrozê dadan û newroz pîroz kirin.
Pîrozbahiyên Cejna Newrozê li navçe û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin.
Li taxên Qidûrbeg û Tayî yên bajarê Qamişlo, girseya gel ji bo pîrozkirina Newrozê kom bû.
Jin, mêr û zarokan bi cil û bergên folklorî daketin qada şahiyê.
Li ber agirê newrozê govend hatin gerandin.