Rêveberiya Xweser: Meşaleya Newrozê dê her tim rêya gelê me ronî bike

Rêveberiya Xweser bi boneya Newrozê daxuyaniyek da û got: “Meşaleya Newrozê dê her tim rêya gelê me be û em ê bi rihê Newrozê civaka xwe rizgar bikin.”

Bi boneya Newrozê, Nûnerên Desteyên Rêveberiya Xweser, saziyên leşkerî, sivîl, endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Malbatên Şehîdan, şêx û rûspiyên eşîran li ber avahiya Rêveberiya Xweser a li bajarê Reqayê kom bûn.

Di daxuyaniyê de Newroz hate pîrozkirin û ev tişt hate gotin:

Cejna Newrozê serkeftineke dîrokî ya ber bi rizgarkirina mirovan ji zilm, koletî û pêkanîna azadiyê û vejîna nû ya xwezayê ye.

Soza şopandina rêya şehîdan heta serkeftinê hat dayîn û hat gotin:

Bi hatina Newrozê re, piştrast dikin ku emê li ser têkoşîna di oxira rizgarî, demokrasî û parastina gel de dewam bikin.

Dawiyê hat gotin ku wê meşaleya Newrozê her tim rêya gel ronî bike.

Piştî daxuyaniyê agirê Newrozê hat pêxistin.

Li gorî hevseroka Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid, 19’ê Adarê li Tebqayê şahî were lidarxistin, 20’ê Adarê li Minbicê û 21ʹê Adarê li herêma Cizîrê, Firatê, Şehba û Dêrazorê were pîrozkirin.

Back to top button