Mezlûm Ebdî: Fedekariya şehîdên me wê bibe rêyek ji bo parastina axa xwe

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mezlûm Ebdî û Berpirsê Giştî yê Hêza Dijeterorê Wehab Helebceyî li ser şehadeta 9 şervanên Yekîneyên Antîterorê peyamên cuda dan.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê şehadeta 9 şervanên Yekîneyên Antîterorê peyamek weşand.

Mezlûm Ebdî got:

9 şervanên me yên Taybet ên Dijî Terorê YAT’ê, ku di nav wan de fermandarê Yekîneyên Antî Teror Şervan Kobanê hebû şehîd bûn.

Şervanên me di çarçoveya bernameya çalakiyên hevbeş ên li dijî DAIŞ’ê de, ber bi Herêma başûrê Kurdistanê ve diçûn.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî sersaxî ji xwe, malbatên şehîdan û gel re xwest û ev tişt got:

Fedekariya şehîdên me, wê bibe rêyek ji bo parastina azadiya gel û axa xwe.

Wehab Helebceyî: Şehadeta Şervan Kobanê û 8 rêhevalên wî dilê me xemgîn kir

Berpirsê Giştî yê Hêza Dijeterorê Wehab Helebceyî jî derbarê şehîdbûna Fermandar Şervan Kobanê û 8 rêhevalên wî xemgîniya xwe anî ziman û wiha got:

“Şehîd Şervan û Yekîneyên Dîjeterorê yên li Rojavayê Kurdistanê, ji destpêka şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê ve rolekî lehengane leyîstine, bûn pêşengên şerên bejayî û bi dehan serkeftin bi destxistin.”

Wehab Helebceyî diyar kir ku, Hêzên Dijeterorê li gel Yekîneyên Dîjeterorê ya Rojava tevlî operasyonanên tunekirina hucre û baregehên çeteyên DAIŞ’ê yên li Bexdayê bûn.

Back to top button