Komîteya Wezîran a Ewropayê xwest ku Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş were berdan û heta dawiya Îlonê wext da hikûmeta Tirk.
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo şopandina bicihkirina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) civiya.
Komîteyê biryarên xwe yên derbarê Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala de, ku tevî biryara DMME’yê nehatine berdan, eşkere kir.
Komîteyê daxwaza berdana Demîrtaş û rakirina mehkûmiyeta wî kir û heta 30’ê Îlonê dem da Tirkiyeyê.
Komîteyê bibîr xist ku encamên hemû cezayên neyînî yên ji ber daxuyaniyên Demîrtaş ên di çarçoveya parêzbendiya parlamenteriyê û azadiya îfadeya wî de ne, pêwiste biryara Dadgeha Bilind a erêkirina biryarê divê ji holê bê rakirin.
Komîteyê daxwaza berdana karsaz Osman Kavala jî dubare kir û biryar da ku heta danişîna Kanûnê li benda berdana Kavala bê sekinandin.