
Li parêzgeha Zîqar a başûrê Iraqê ji bo vegera qaimaqamê ji kar hate derxistin, Kazim Feyad û ji ber rewşa dijwar a debarê xwepêşandan careke din dest pê kirin.
Ev xwepêşandan ji ber erkdarkirina walî Abdulxenî Esedî ji bo birêvebirina karên dozgeriyê, piştî îstîfa-kirina waliyê nû Emar Rekabî, pêk hatin.
Xwepêşandanan li parêzgeha Rifaî gelek daîreyên hikumetê û rêya di navbera her 2 parêzgehên Zîqar û Wasit de girtin û bang li hikumetê kir ku guh bibin xwestekên wan û rewşên dozgeriyê krîz nekin.
Li parêzgeha Zîqar beşeke mezin ji şêniyan li ser nebaşiya birêvebirinê, nebaşiya xizmetguzariyan û bêkariyê xwepêşandanan li dar dixin.
Ji Cotmeha 2019’an de li Iraqê xwepêşandanên bi awayekî dem dem bi sedema rewşên aborî, gendeliya siyasî û darayî tên lidarxistin.