35 sal in gerîlayên Kurdistanê li ser şopa fermandar Egîd şerê azadiyê dimeşînin

Di dîroka gelê Kurd ya hemdem de ji şehadeta Mazlûm Dogan heta ya Mahsûm Korkmaz weke Hefteya Qehremantiyê tê pênasekirin. Îro salvegera 35’an a şehadeta Fermandar Egîd e. Fermandar Egîd bi guleya yekem ku teqand kefenê mirinê yê Kurdan jî çirand. Îro bi hezaran gerîla li ser şopa wî têkoşîna azadiyê dimeşînin.

Yek ji fermandarên Tevgera Azadiya Kurdistanê Fermandar Egîd bi navê xwe yê din Mahsûm Korkmaz di şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê de mîrateyeke mezin li pey xwe hişt.

Mahsûm Korkmaz ku ji Farqîn a Amedê ye bi navbeynkariya yek ji kadroyê pêşeng yê PKK’ê Mazlûm Dogan PKK’ê nas dike û beşdar dibe.

Fermandar Egîd di raporeke xwe ya ku ji tevgerê re dinivisîne wiha dibêje;

“Jiyana min a şoreşgerî bi tevgera me destpêkir. Têkiliya min a bi tevgera me re 1977’an destpêkir. Şoreşgeriya tevgera me û nêrîna hevpar ya hevalên min gelek bala min kişand û hişt ku ez tevlê bibim. Min bi demê re ev tevlêbûna xwe veguherand zanebûnê û dewam kir.”

Ji bo destpêkirina şerê gerîla Rêber Apo Fermandar Egîd amade dike. Ji ber vê yekê jî di Çile ya 1980’î de diçe kampên Libnanê piştî çend mehan perwerde dibe vedigere Kurdistanê.

Fermandar Egîd beriya pêngava 15’ê Tebaxê ji bo endamtiya Komîteya Navendî ya PKK’ê tê hilbijartin û di heman demê de dibe Endamê Konseya Navendî a Hêzên Rizgariya Kurdistanê-HRK’ê.

Li dijî dewleta Tirk a mêtinger destpêkirina şerê çekdarî weke roja 15’ê Tebaxê tê diyar kirin. Fermandarê vê pêngava dîrokî jî Mahsûm Korkmaz e.

15’ê Tebaxê ya sala 1984’an de guleya yekemîn ku Fermandar Egîd li Botanê berdide dijmin dibe despêka ji nûve vejîna gelê Kurd.

Ji 15’ê Tebaxa 1984’an heta 28’ê Adara 1986’an bi pêşengiya Fermandar Egîd li Kurdistanê artêşbûna gerîla ava bû. Dewleta Tirk a dagirker ku dihesiband mîna serhildanên Kurdan yên berê vê serhildanê jî di nava demeke kurt de têk bibe lê roj bi roj li ber şerê gerîla tengavbû û hawara xwe gihand NATO’yê.

Fermandar Egîd piştî têkoşîneke dijwar di 28’ê Adara 1986’an de li Çiyayê Gabarê di şerekî bi artêşa Tirk de şehîd dibe.

Rêya gerîlatiyê ku Fermandar Egîd li Kurdistanê vekir rê li ber pêşketinên gelek girîng vekir. Li ser şopa Fermandar Egîd yek ji artêşa gerîla ya herî mezin a cîhanê ava bû. 35 Salin gerîla li ser şopa Fermandar Egîd şerê azadiyê dimeşînin.

Rêber Apo di gelek nirxandinên xwe de qala tekoşîn û kesayeta Fermandar Egîd dike û timî wî mînak nîşan dide.

Rêber Apo wiha dibêje,

” Zehmete ku mirov kesên mezin, rêberên bijare, kesên afrînerên jiyanê û hevîyên gel ên rizgariyê, vebêje.
Fermandar Egîd, bi jiyana xwe ya rêxistinî, çalak, dilnizm weke hawariyekî Apocî dest bi xebatê kir. Li dijî bêhêvîtiya bi hezaran salan a dîroka Kurdistanê ew bû çavkaniya hêviyê.”

Rêber Apo balê dikişîne li ser sala 1986’an ku amadekariyên şerekî berfireh tê kirin wiha tîne ziman,

“Di sala 1986’an de ji bo min û Tevgera me, nûçeya herî bi êş û nexweş şehadeta hevrê Mahsum Korkmaz bû. Di nava vê nûçeyê de tevahiya xeteriyên li benda me hebûn. Ez hêrs bûbûm, bûyerên diqewimîn min nikarîbû qebûl bikira.”

Back to top button