Mezlûm Ebdî: Mijara yekîtiya Kurd mijareke stratejîk e

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî diyar kir ku ew piştgirya xwe ji danûstandinên di navbera ENKS û PYNK didomîne û bang li her du aliyan kir ku bi rihê berpirsyariyê tev bigerin û vegerin maseya danûstandinan.

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî der barê xebatên yekîtiya neteweyî de, ji Ajansa Hawarê re axivî.

Mezlûm Ebdî diyar kir ku ew piştgirya xwe ji bo danûstandinên di navbera ENKS û PYNK, dewam dikin.

Ebdî anî ziman ku mijara yekîtiya Kurd mijareke stratejîk e û ji bo pêşeroja gelê kurd pir girîng e.

Girêdayî aliyê leşkerî ya lihevkirina di navbera PYNK û ENKS Mezlûm Ebdî diyar kir ku ew mijar berê hatiye nîqaşkirin û dê çareseriya wê di çarçoveya peymana Dihokê de be.

Ebdî bang li her du aliyan kir ku li gorî daxwaza gelê Kurd û gelê Sûrî tev bigerin û vegerin maseya danûstandinan û li wir xalên nakok nîqaş bikin.

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî di dawiyê de tekez kir ku danûstandinên kurdî kurdî beşeke ji pêvajoyeke giştî ya diyaloga sûrî-sûrî ye û nikarin jev cuda bikin û ew ê hemû hêza xwe bidin da ku ew pêvajo bi ser bikeve.

Back to top button