Yekîtiya Ewropayê cezakirina aliyên ku çekan dişînin Lîbyayê, erê kir

Yekîtiya Ewropayê ferzkirina cezayan li ser aliyên ku çekan dişînin Lîbyayê erê kir.

Îro li paytexta Belçîka Brukselê, Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê civînek li dar xistin.

Di civînê de 27 Wezîrên Karên Derve yên YE ferzkirina cezayan li ser aliyên ku biryara qedexeya şandina çekan li ser Lîbyayê dişkînin, erê kir.

Li gorî biryarê, alî û kesayetên ku ji bo şandina alavên leşkerî ji bo Lîbyayê rol dilîzin, wê bikevin lîsteya cezayan.

Li gorî hat zanîn, 3 şirket ku ji Tirkiye, Îmarat û Kazexistanê ne, tevî du kesayetan ji Lîbyayê di lîsteye cezayan de cih digirin.

Back to top button