Efganîstan..Çekdarên Talîbanê êrîşî gundekî kirin, 9 leşker kuştin

Li Efganistanê çekdarên Talîbanê êrîşên xwe yên li dijî hêzên hikûmeta Efgan dewam dikin.

Polîsên wîlayeta Qenduz ya Efganistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku çekdarên tevgera Talîban êrîşî gundê Newabad ya li bajarê Deşt Qela ya ser bi wilayeta Qenduz kirin.

Di encama êrîşê de 9 leşkerên Efgan yên li gund hatin kuştin.

Hat ragihandin ku li herêmê hîn jî şer dewam dike.

Berdevkê polîsên Qenduz Hicretula Ekberî jî got ji duh bi şev de, 17 çekdarên Talîban li wê herêmê hatine kuştin.

Back to top button