HPG’ê: Li Zap û Metîna 9 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayan li herêmên Zap û Metîna yên Başûrê Kurdistanê derbeke giran a din li artêşa Tirk ya dagirker dan.
HPG’ê ragihand çalakiyên bi pêşengiya YJA Starê de 9 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Her wiha HPG’ê diyar kir artêşa dagirker 29 caran bi çekên kîmyewî qadên gerîla bombebaran kirin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker tevî hemû teknîka xwe jî nikare pêşberî berxwedana gerîlayan encamê bigire, derbên giran dixwe û ev agahî parve kir:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê 19’ê Tebaxê li Qada Karker hêzên YJA Starê li dagirkeran xistin ku dixwestin ber bi çeperên şer ve werin.

Di encama çalakiya bi rêbaza sabotajê de 4 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Li Qada Saca jî bi rêbaza sekvaniyê li dagirkerên li dora çeperên şer hate xistin û dagirkerek hate kuştin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de li herêma Metîna 18’ê Tebaxê li çepereke şer ya dagirkeran a li Girê Şehîd Pîrdoxan hate xistin û çeper hate rûxandin.

18 û 19’ê Tebaxê li Girê Hekarî tîmên bi tevger yên YJA Starê bi rêbaza sekvaniyê li hêzên dagirker xistin û 2 dagirker hatin kuştin, sîstemeke kamera ya çavdêriyê jî hat rûxandin.

19’ê Tebaxê li Girê Cûdî tîmên bi tevger bi rêbaza sekvaniyê li hêzên dagirker xistin, 2 dagirker hatin kuştin, sîstemeke kamera ya çavdêriyê hat rûxandin.”

HPG’ê: Artêşa Tirk a dagirker 29 caran bi çekên kîmyewî qadên gerîla bombebaran kir

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir 19’ê Tebaxê artêşa Tirk ya dagirker 29 caran bi çekên kîmyewî, 10 caran bi balafirên şer, 8 caran bi helîkopteran û bi dehan caran bi tank û çekên giran qadên gerîla bombebaran kir.

Back to top button