Luqman Ehmê: Divê PDK’ê li xwe vegere û hevkariyê bi Tirkiyê re neke

Li dijî plan û amadekariyên Tirkiyê û PDK’ê yên êrişên nû li dijî gerîla nerazîbûn tên nîşandan.
Hevserokê Partiya Kesk a Demokrat Luqman Ehmê der barê vê planê dibêje:
“Heger PDK’ê di êrişên li dijî gerîlayan de bi Tirkiyê re bibe hevkar, wê berdêlên giran bide.”

Li dijî gerîlayên HPG, dewleta Tirk û PDK di nava plan û amadekariyên êrişine nû de ne.

Li dijî vê û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re bertekên tund tên nîşandan.

Hevserokê Partiya Kesk a Demokrat Luqman Ehmê ji ajansa Hawarê re li dijî vê planê bertek nîşan da.

Luqman Ehmê dibêje:

“Ev ne cara yekem e ku PDK’ê bi planên dijberî HPG’ê, hevkariyê bi Tirkiyê re dike.”

Hevserokê Partiya Kesk a Demokrat Luqman Ehmê dawiya nirxandina xwe bang li PDK’ê kir ku li xwe vegere û hevkariyê bi Tirkiyê re neke.

Back to top button