Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 10 zarok birîndar kir

Sûc û hovîtiya li Efrînê dewam dike.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Mîrkanê yê navçeya Mabatayê gule avêtin dibistana gund. Di encamê de 10 zarok birîndar bûn.

Li Efrîna dagirkirî çeteyên dewleta Tirk a dagirker dibistana gundê Mîrkanê yê navçeya Mabata ya kantona Efrînê gulebaran kir.

Di encama gulebaranê de zarokên bi navê Sulav Cafer, Zelûx Silêman, Enfal Rustem, Omer Xezal, Wesîm Selah, Ebdullah Sinîx, Meryem Mihemed Qasim, Mihemed Silêman Hemdî birîndar bûn.

Hate ragihandin ji van zarokanên birîndar, rewşa zaroka bi navê Meryem Mihemed Qasim ne baş e, ji ber wê rakirine nexweşxaneyên Tirkiyê.

Çeteyên dagirker bi vê yekî jî re sînordar neman êrişê mamosteyê dibibstanê jî dikin, lê mamoste direve xwe xilas dike.

Beriya 3 rojan jî çeteyên Tirkiyê jineke ku dayîka 5 zarokan e ji navçeya Reco revandi bûn.

Back to top button