Sabit El-Cewher: Em ê sîstema çavdêriya di saziyan de xurt bikin

Endamê Komîteya Şopandinê ya MSD’ê Sabit El-Cewher da zanîn ku wê çandinî, tenduristî û perwerdeyê geş bikin û sîstema çavdêriyê ya di saziyên Rêveberiya Xweser de jî xurt bikin.

Endamê Komîteya Şopandinê Sabit El-Cewher ji ANHA’yê re axivî û da zanîn ew ê bi rêya plansaziyên stratejîk aboriyê bi pêş bixin û sîstema çavdêriyê ya di saziyên Rêveberiya Xweser de xurt bikin.

Komîteya Şopandinê ji encamên Kongreya Nîştimanî ya Şêniyên Cizîrê û Firatê ye ku MSDê di 25ê Mijdara 2020’an de li dar xistibû.

Piştî 3 civînên asayî yên komîteyê ku ji 60 endaman pêk tê, ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê plansaziyên gelek projeyan saz kirin.

Plansaziya komîteyê di aliyê ewlekariyê de ev biryar hat dayîn.

Derveyî dozên terorîstan, bê destûra dozgeriyê ne ji mafên ti aliyên ewlekariyê ye ku bigirin ser kesî yan deverekê.

Piştî girtinê dê agahiyê bidin dadgehê, dema lêpirsînê hate diyarkirin ku ew jî 48 saet in û dibe ku bi destûra dozgeriyê bibe 15 roj jî.

Dosya kesên girtî piştî dema lêpirsîn bi dawî bibe, dibe berpisyariya meclisa adaletê.

Li hemû herêman ji bo Meclisa Adaletê Nivîsgehên kar û barên kesên girtî bê avakirin.

Derveyî dozên terorîstan kesên ji bo lêpirsînê tê xwestin bi rêya mûzakereyan têne agahdarkirin.

Sabit El-Cewher anî ziman ku komîte hewl dide bondora bilindbûna dolar a li hemberî lîreya Sûriyê sivik bike û kêmbûna nan jî derbas bike.

Li gorî Endamê komîteya şopandinê, ew ê piştgiriya qada çandiniyê bikin, perwerdeyê pêşxin û asta kadroyên perwerdeyê bilind bikin û aboriyê geş bikin.

El-Cewher anî ziman ku dê burokrasî sivik bibe, amadekariyên hilbijartinên herêmê were kirin û rola ciwan û jinan di hemû saziyan de aktîftir bibe.

Zehemtiyên ku komîteya şopandinê pê re rû bi rû dimîne jî ev in:

Nepêşketina dosya siyasî, şaneyên terorîstan hene, kuştina xebatkarên Rêveberiya Xweser û şêx û rûspiyên herêmê û bilindbûna dolar li hemberî lîreya Sûrî.

Endamê komîteya şopandinê teqez kir dê saziyên dadî sererast bikin, saziyên çavdêriya û kontrolkirina navendî aktîf bikin û piştgiriya QSDê ya di şerê li dijî terorê û tundrawan de bikin.

Back to top button