Şerê Sûriyê derbasî sala xwe ya 11`an dibe

Şerê Sûriyê derbasî sala xwe ya 11`an dibe, aloziya ku wekî serhildaneke herêmî dest pê kirî, bi lez veguherî şerê wekîlan. Heta niha jî tu çareserî ji bo Sûriyê ku piraniya binesaziya wê hilweşiyaye, diyar nebûne.
Rêveberiya Xweser ji bo çareseriya demokratîk a li Sûriyê projeya xwe pêşkêş dike. Hevalên me di vê derbarê ev rapor amade kirine. 

Şer û aloziya Sûriyê 10 sal li pey xwe hişt.

Hikumeta Şamê û Îtîlaf di şerê li ser desthilatê de rijd in û ji bilî wêraniyê tiştek ji gelê Sûriyê re neanîye.

Ji bo berjewendiyên xwe timî vê aloziyê kûrtir dikin.

Heta niha jî, ji bo çareseriyê tiştekî berbiçav an jî îşaretek xuya nake.

Bi qasî siyaseta nijadperest ya rêjîma Baas, hêzên navnetewî jî berpirsyarên wêranî û hilweşîna li Sûriyê ne.

Tevî ku Amerîka ji bo ku li herêmê bimîne ewqas alozî û hilweşandinê diafirîne, Rûsya ji vê rewşa aloz sûdê werdigire û dixwaze li qada Rojhilata Navîn hêza xwe nîşan bide.

Piştî xwepêşandanên gel ku bi “Bihara Ereban” pêş ketin, bi tevahî radestî Rûsyayê bûye.

Li gel vê dewleta Tirk serkêşê kurkirina aloziyê ye..

Dagirkirina xaka Sûrî li Efrîn, Girê Spî û Serê Kanî zagonên navneteweyî derbas kirin.

Niha Sûriyê di nava aloziyeke siyasî û aborî de diperpite..

Li gorî daneyên Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, ji ber aloziyê:

“Zêdeyî 11 milyon û nîv Sûrî ji ser xaka xwe koçber û penaber bûne, li gel wê jî zêdeyî 400 hezar sivîl birîndar bûne.”

Di warê hejariyê de jî ji sedî 93 di bin sînorê hejariyê de ne.

Ji ber şerê ku di dirêjahiya 10 salan li Sûriyê rû dide de, gelek encamên neyinî di tevahî astan de derketin, di nav de diyardeya bêkariyê ku pêşeroja çîna ciwanan têk dibe.

Li gorî Rêxistina Xebatê ya Naveteweyî, rêjeya bêkariyê li Sûriyê gihaştiye ji sedî 50’î û bi wê Sûriyê di asta yekemîn a cîhanê de ye.

Ji xwe jin û zarokan para herî mezin ji azaran dikişînin.

Mercên şer, koçberî û jiyana di kampa de azarên jinan zêde kir.

Bi sed hezaran jinên Sûrî neçar man ku bi riyên neyasayî ji welatê xwe derkevin, vê yekê ew tûşî hemû cûreyên pirsgirêk û metirsiyan kirin.

Li gel vê rewşa perwerdê paş ket, ji ber koçberî, nearamî, veguhertina dibistanan bi baregehên leşkerî xwendekar ji perwerdê bêpar man.

Bi vî awayî zêdeyî 4 hezar dibistan li Sûriyê rastî êrîşan hatin û xizmet li dibistanên din tune ye.

Xuya dike ku piştî hilweşandina rejîma Îranê, hewldanên rejîma Baas ku dixwaze birînên xwe bipêçe, wê zêde encam negire.

Dibe ku ev rewş hilweşandina rêjîma Sûrî bi xwe re bîne û ji ber vê yekê serokê wê Beşar El- Esed heta ku ji destê wî tê piştgirî dide îtîfaqa Sûriyê, Rûsya, Îran û Çînê.

Rêveberiya Xweser li pey çareseriyê ye

Lê hikumeta Şamê danûstandinên bi armanca çareseriya siyasî ji aloziyê re, dûrî destweranên derve, red kirine.

Li gorî çavdêran jî pergala demokratîk a pirrengî ya nenavendî ya ku bi rêya destûrê were pêkanîn dê mafên tevahî pêkhateyên Sûriyê misoger bike û çareya herî baş ji aloziya li welat re be.

Back to top button