Qeyûm anîn ser şaredariya HDP a Serayê

Dewleta Tirk a dagirker li Bakûrê Kurdistanê li ser hev dest dideyne ser şaredariyên HDP’ê.
Îro jî dewleta Tirk a faşîst şaredariya HDP ya navçeya Wan Serayê bi destê qeyûm dagir kir.

Desthilatdariya faşîst a Erdogan doh tevî Hevşaredara navçeya Wan a Serayê 15 jinên rêveberiyên HDP kiribû binçavan.

Herî dawî hevşaredara Serayê Caziye Dûman a dibin çavan de, ji peywirê girtin û di dewsa wê de qeyûm şandin.
Wezareta Karê Hûndir Qeymeqamê Navçeyê Mehmet Halîs Aydin weke qeyûm şand cihê Dûman.
Bi Şaredariya Serayê re hejmera şarêdariyên HDP ku ji aliyê desthilatdariya faşîst a Erdogan ve hatine dagirkirin bûn 14.

Leave a Reply

Back to top button
Close
Close