Pentagon: Bi nirxê 775 mîlyon dolar me pakêteke nû ya alîkariyê da Kiev

Şerê li Ukraynayê piştî çend rojan 6 mehên xwe temam dike.
Û heta niha ne cezayên li Mosko hatine birîn û ne jî qaşo hewldanên rawestandina şer, bi encam nebûne.
Berevajî her ku diçe şer hê gurtir dibe.

Şerê li Ukraynayê 24’ê Sibatê destpêkir.

Di serî de Amerîka, NATO û hêzên Rojavayî her çend yekser nebûne aliyeke vî şerî jî lê hemû di mijara dijberiya Rûsyayê de hemfikirin.

Lewma ji destpêka şer ve alîkariya leşkerî didin Kievê.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihand ku wan pakêteke nû ya alîkariya leşkerî ku nirxê wê 775 mîlyon dolar e, dane Ukraynayê.

Berpirsekî Penagonê diyar kir di pakêta dawî de moşekên pêşketî hene û dijberên balafirên şer hene.

Li gorî îdîaya Pentagonê, ji ber alîkariya dane Kievê, êdî hêzên Rûs nema karin pêşde biçin.

Pûtîn: Ajansa Navneteweyî dikare navenda Zaporijya kontrol bike

Di vê navberê doh di navbera serokê Fransayê Macron û serokê Rûsyayê Pûtîn de hevdîtina bi telefonê pêk hat.

Pûtîn diyar kir ku ji bo lêkolînkirina rewşa li navenda Nukleerî Zaprojiyayê, ew ê destûrê bidin Ajansa Navneteweyî.

Pûtîn dubare ji ber êrişên li dijî navendê Ukrayna berpirsiyar nîşan da û got, eger dewam bikin wê rê li ber kareseteke mezin vebe.

Macron: Rûsya bi êrişeke emperyal radibe

Piştî pêwendiya li gel Pûtîn, serokê Fransyayê Emanuel Macron jî daxuyaniyek da û got;

Divê gelê Fransa ji bo demên zor û zehmet xwe amade bike. Ji ber şerê Ukraynayê em niha ji bo azadî û nirxên xwe berdêleke giran didin.

Macron wekî din Rûsya bi wê yekê tawanbar kir ku li dijî Ukraynayê êrişeke hovane pêk tîne û got;

Ji ber êrişa Pûtîn destpêkirî, şerê li erdnîgariya Ewrûpayê vegeriyan.

Pûtîn bi rêya vî şerî dixwaze hêza xwe a emperyal ferz bike.

Back to top button