Ji ber germahiya zêde li Meksîkayê di nava 4 mehan de 249 kes mirin

Ji ber germahiya zêde li Meksîkayê di nava 4 mehan de 249 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Her wiha Li gelek welatan jî şewata daristanan didome.
Sekreterê Giştî yê NY Guterres li ser vê rewşê bang li cîhanê kir ku tevdîrên lezgîn bigirin.

Ji ber guherîna avhewayê û germa zêde cîhan di rewşeke metirsîdar de ye.

Germahiya zêde a ku bi xwe re mirinê tîne, cîhan xistiye nava tevgerê.

Ji ber germahiya zêde li Meksîkayê di nava 4 mehan de 249 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hikûmetê ji bo derketina derve hişyarî da.

Par li Meksîkayê 38 kes ji germa zêde miribûn, lê rêjeya îsal gelekî metirsî dare.

WMO: Divê cîhan ji bo germahiya zêde amade be

Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO) ragihand ku zêdebûna pêla germê dewam e û divê cîhan ji pêlên germê yên tundtir re amade be.

Di demekî de ku li hin deverên cîhanê barana zêde di rojevê de ye li hin deveran jî cîhan dişewite.

Li Ewropayê şewata daristanan dewame

Heta niha ji ber pila bilind a germayê li Ewropayê şewatên daristanan dewame.

Di nava walatên ku herî zêde dişewite de Yewnanîstan û Îtalya di rêza yekem de cih digirin.

Piştî zêde bûna pila germê û şewatên daristanan ji aliyê gelek sazî û rêxistinan ve hişyarî hate dayîn.

Guterres: Serdema şewata gerdûnî dest pêkir

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres bang li cîhanê kir ku ji ber rewşa heyî tevdîrên lezgîn bigirin.

Guterres balkişan ser germahiya zêde diyar kir ku serdema germahiya gerdûnî bi dawî bûye û li şûna wê serdema şewata gerdûnî dest pê kiriye.

Her wiha Guterres destnîşan kir divê karxaneyên sotemeniya fosîlê derbasî çavkaniyên enerjiyê yên nûjen bibin.”

Li gorî agahiyên ku zanyaran parve kirine, dibe ku meha Tîrmehê bibe meha herî germ a cîhanê.

Li Cîhanê di nava 10 salan de 82 mîlyon hektar daristan şewitî

Li gorî daneyên malpera “Global Forest Watch” di 10 salên dawî de li cîhanê 82 mîlyon hektar qada daristanê şewitiye.

Ev jî weke ziyana herî mezin a rûbera daristanê li cîhanê hatiye tomarkirin e.

Şewatên herî mezin ên 10 salên dawî li welatên wekî Awûstralya, Rûsya, Kanada û DYA rû dane.

Cîhan ji ber şewata daristanan disincire

Back to top button