Ebdulmihdî: Emerîka bi vê operasyonê, serweriya Iraqê binpê kir

Piştî kuştina fermandarê Feyleqa Qudsê Qasim Suleymanî û cîgirê serokê Heşda Şebî ya Iraqî Ebû Mihdî el-Muhendîs, gelek bertek derketin holê.
Iraq ev yek şermezar kir û Emerîka bi binpêkirina serweriya welêt tawanbar kir.
Her weha Sûriye, Libnan, Rûsya û Çîn jî ev êrîş şermezar kirin.

Serokwezîrê Iraqê yê biwekalet Adil Ebdulmihdî operasyona Emerîkî ya li dijî fermandarê Feyleqa Qudsê Qasim Suleymanî û cîgirê serokê Heşda Şebî ya Iraqî Ebû Mihdî el-Muhendîs şermezar kir û ev weke “binpêkirina serweriya netewî” bi nav kir.

Ebdulmihdî ji ber operasyonê, banga civîneke awarte li parlamena Iraqî kir û got:

Tesfiyekirina kesayetên fermandar çi Iraqî çi ji welatên cîran be, li ser xaka me binpêkirin e.

Ev yek wê li Iraq, herêmê û cîhanê fitîla şerekî mezin û wêranker pêxe.

Kuştina Qasim Suleymanî
Şam: Ev operasyon, rêbazê komên çete ye

Sûriye jî, kuştina Suleymanî bi tundî şermezar kir.

Li gorî Ajansa SANA ya rejîma Sûrî, wezareta derve ya rejîmê got:

Ev kuştin bi rêbazê komên çete hatiye pêkanîn.

Kuştina Qasim Suleymanî
Hizbullah: Em ê rêya Suleymanî bişopînin

Her weha serokê partiya Hizbullaha Libnanî Hesen Nesereallah jî ev operasyon şermezar kir û got:

Em ê rêya fermandar Suleymanî bişopînin û armancên wî pêk bînin.

Emerîka bi vî sûcê xwe yê mezin, wê ti armancên xwe bi dest nexe.

Kuştina Qasim Suleymanî
Rûsya: Ev kuştin wê li herêmê rê li ber şerekî mezin veke

Wezareta derve ya Rûsyayê jî ev kuştin weke “gaveke şaş” bi nav kir û diyar kir ku ev yek wê herêmê ber bi şerekî pir mezin ve bibe.

Kuştina Qasim Suleymanî
Çîn: Em li dijî bikaranîna hêza leşkerî ne

Ji aliyê din ve, wezareta derve ya Çînê jî nerazîbûn nîşan da got, “Em li dijî bikaranîna rêbazê leşkerî ne. Em her tim dibêjin, nabe ku hêza leşkerî di çarçoveya têkiliyên navdewletî de were bikaranîn.”

Leave a Reply

Back to top button