Serokê Emerîka Trump biryar da fermandarê Feyleqa Qudsê Qasim Suleymanî hate kuştin

Fermandarê alaya Qudsê a girêdayî Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî bi fermana Serokê Emerîka Trump hate kuştin. Piştî êrîşê Îranê gef li Emerîka xwar û got: Wê berpirsyarên êrîşê bi awayekî tund werin cezakirin. Emerîka jî bang li hemû welatiyên xwe yên li Iraqê kirin ku bi lezgînî ji Iraqê derbikevin.

Fermandarê alaya Qudsê a girêdayî Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî bi operasyoneke taybet bi fermana Serokê Emerîka Donald Trump hate kuştin.

Wezareta Parastinê ya Emerîka Pentegonê der barê kuştina Suleymanî de daxuyaniyek nivîskî weşand û weha got:

Artêşa Emerîka, li ser biryara serok, li dijî Fermandarê Feylaqa Qudsê a girêdayî Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî ku ji aliyê Emerîka ve weke rêxistineke terorê tê dîtin êrîş pêk anî û ew kuşt. Ev gav di çarçoveya parastina xebatkarên Emerîka de bi biryardarî pêk hatiye.

Her wiha rêveberên Emerîkayê, bang li hemû hemwelatiyên xwe yên li Iraqê kir ku bi lezgînî ji Iraqê derbikevin.

Piştî kuştina Suleymanî Serokê Emerîka Donald Trump li ser hesabê xwe yê tiwitterê wêneyê ala Emerîka belav kir.

Berpirsekî Iraqê:
Di êrîşê de herî kêm 7 kes hatin kuştin

Berpirsekî payebilind yê Iraqê jî ji Ajansa Associated Press ya Emrîka re axivî û da zanîn ku Cigirê fermandarên Haşdi Şabî Mehdî El Muhendis û berpirsê balefirgeha petrolê Muhemed Riza jî di nav de heri kêm 7 kes hatine kuştin.

Berpirsê ku ne xwest navê wî eşkere bibe diyar kir ku El Muhendisî dema ji bo pêşwazîkirina Sûleyman li balefirgeha Bexdayê amade bû êrîş pêk hat.

Berpirs anî ziman ku cenazeyê Suleyman parçe bûye û ew ji rûyê wî hatiye naskirin.

Fermandarê Feyleqa Qudsê Suleymanî hate kuştin
Xamaney: Em ê tola xwe hilînin û wê xew nekeve çavê wan

Lîderê Îranê Elî Xamaney li ser kuştina Suleymanî axivî û got:

Em ê tola xwe hilînin û wê xew nekeve çavê wan.

Xamaneyî ji bo Suleymanî li Îranê 3 roj şîn ragihand.

Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zarîf jî ev êrîş weke terorîzma navnetewî binav kir.

Fermandarê Feyleqa Qudsê Suleymanî hate kuştin
Pompeo: Dimenê kêfxweşiya gelê Iraqê weşand

Wezîrê Derve yê Emerîka Mike Pompeo piştî kuştina Suleymanî ragihand ku Îraqiyan ji bo azadiyê li kolanan govend gerandin û bi slogana “Piştî îro êdî Suleymanî nîne” bang dikirin.

Pompeo, ev gotin bi rêya vîdeoyekê ku li ser tiwitterê belav bûbû, par ve kir.

Di nava senatorên Emerîka de li ser êrîşê 2 nêrînên cuda derketin.

Senatorên Komarparêz ji ber fermana Trump ya li ser kuştina Suleymanî ew pîroz kirin.

Senatorên Demokrat jî ji ber êrîş bê agahiya kongresê pêk hatiye bertek nîşan dan.

Leave a Reply

Back to top button