Rûniştina ewil a 18 rojnamevanên Kurd dê 11’ê Tîrmehê were lidarxistin

Rêxistinên pîşeyî yên rojnamevaniyê ji bo rûniştina 15 rojnamevanên kurd ên girtî ku di 11’e tîrmehê de bê lidarxistin banga piştevaniyê kirin.
Rojnamevanan xwestin civak xwedî li mafê xwe yê wergertina nûçeyan derkeve.

Rûniştina ewil a 15 jê girtî 18 rojnamevanên kurd dê di 11’ê tîrmehê de li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin.

Rojnamevan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin û ji rojnamevanan re ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan cezayê hepsê tê xwestin.

Stenbol-Rêxistinên rojnamevanan ji bo piştevaniyê kombûn

Li Stenbolê rêvebirên rêxistinên pîşeyî yên rojnamevaniyê ji bo piştevaniya bi hempîşeyên axivîn.

Ewil Serokê Sendîkaya Xebatkarên Çapemen Farûk Eren axivî û ev tişt anî ziman:

“Li Tirkiyê 200 rojnamevan ji ber nûçeyan tên darizandin”

Desthilat nûçeyek ku wê aciz dike wek gefan dibîne.

Ji ber vê acizbûnê jî rojnamevanên kurd ji salekî zêdetir e girtî ne.

Li Tirkiyê 200 rojnamevan ji ber nûçeyan tên darizandin. ”

“Rojnamevanên Kurd dibin hedef”

Eren da zanîn ku îktidar naxwaze civak heqîqetê hîn bîbe û wiha domand:

“Desthilat tenê dixwaze tiştên ku ew dibêje were bihîstin.

Her roj nûçeyan asteng dikin û doz li rojnamevanan vedikin.

Bi binçavkirin, zext û girtina li ser rojnamevanên kurd jî dixwazin civakê bênûçe bihêlin.

Naxwazin tiştên li Kurdistanê diqewimin were bihîstin.”

Farûk Eren anî ziman ku divê hemû saziyên pîşeyî di vê pêvajoyê de bi rojnamevanên girtî re bibin yek û got:

Lewma divê gel mafê xwe yê wergirtina agahiyan û rojnamevanên xwe biparêze.”

Banga mezinkirina hevgirtinê: Beşdarî rûniştina rojnamevanên girtî bibin

Hevdîrektorê Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê Veysel Ok jî diyar kir ku her çend salek zêde ye rojnamevan di girtîgehê de ne jî heta niha danişîna wan nehatiye kirin û ev polîtîkaya bi zanebûn a hikûmetê ye.

Veysel Ok bang li hemû saziyên civakî kir ku beşdarî rûniştina 11’ê tîrmehê ya rojnamevanên girtî bibin û got: ”

Divê dadgeh zanibe û hîs bike ku hevalên me yên rojnamevan ne bi tenê ne.”

Back to top button