KCK’ê ji bo Mazlûm Dag û Abdûrahman Er daxuyanî da

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ên ku ev nêzî 2 meh in li dijî pêkanînên dijmirovî yên li girtîgeha Hewlêrê di greva birçîbûnê de ne bang li her kesî kir ku bikeve nava tevgerê.

Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ên ev nêzî 2 meh in li dijî pêkanînên dijmirovî yên li girtîgeha Hewlêrê di greva birçîbûnê de ne.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

KCK’ê bal kişande ser grêva birçîbûnê ya Mazlûm Dag û Abdurrahman Er û wiha got:

“Divê şert û mercên van her du girtiyên ku ev demeke dirêj e di greva birçîbûnê de ne, ji aliyê gel û raya giştî ya demokratîk ve bên zanîn û bên parastin.

Beriya her tiştî derbarê van her du girtiyan de agahiyên şaş ji raya giştî re hatine dayîn.

Li Hewlêrê di kuştina endamê MÎT’ê de rasterast ti eleqeya her du girtiyên cihê xwe di wê çalakiyê de negirtine.”

KCK: Endamê MÎT’ê yê hat kuştin fermana qetilkirina hevrê helmet dabû

KCK’ê da zanîn endamê MÎT’ê yê hate kuştin fermana qetilkirina hevrê Helmet ê ji Başûrê Kurdistanê dabû û wiha domand:

Nayê fêmkirin ku çima PDK’ê ji kuştina kesek ku di qetilkirina lehengê hêja yê gelê Başûrê Kurdistanê hevrê Helmet bêzar dike.

PDK’ê vê nerehetiyê bi êşkencekirina Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ên li girtîgeha Hewlêrê nîşan dide.

Girtiyan jî li dijî êşkenceyê dest bi greva birçîbûnê kirin.

KCK: Dewleta Tirk ji bo Dag û Er di girtîgehê de qetil bike, planek çêkiriye

Bi domdarî KCK’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo Mazlûm Dag û Abdurahman Er di girtîgehê de qetil bike, planek çêkiriye û ev yek got:

Hin sîxurên MÎT’ê ku ji bo vê qetlîamê jî hatibûn wezîfedarkirin, ji aliyê hêzên me ve hatin girtin.

Yek ji wan sîxurê bi navê Yasîn Alî Hidir e. Ev kes berê midûrê girtîgehê bû.

Ji bo di girtîgehê de hinek girtiyan rêxistin bike, MÎT’ê ji bo pêkanîna qetlîamê ev kes peywirdar kiriye û ji bo vî tiştî pere daye wî. ”

KCK: Ji bo parastina jiyana wan têkevin nava hewldanan

KCK’ê carek din hişyar kir ku PDK ji can û ewlekariya dag û er berpirsiyar e û di dawiyê de ev bang kir:

Beriya ku derengî bikeve em bang li hemû saziyên demokratîk û hemû kesên hestiyar dikin ku li dijî êşkenceya li ser van girtiyan têbikoşin.

Ji bo parastina jiyana wan têkevin nav hewldanan û xwedî li van girtiyên di greva birçîbûnê de derkevin.

Ji bo girtiyên Hewlêrê li ser medyaya dîjîtal kampanya hashtagê despêkir

Back to top button