Barzaniyan carek din soza hevkariyê dan dewleta Tirk

Barzaniyan carek din soza hevkariyê dan dewleta Tirk a dagirker û qirker.
Di civîna li gel Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Hakan Fîdan de barzaniyan ragihandin ku ew amadene di hemû aliyan de hevkariya Tirkiye bikin.
Hakan Fîdan jî pesnê hevkariya Hikûmeta PDK’ê a bi wan re da û got:
Ji bona wê em ê hemû hevkarî û piştgiriyek bikin.”

Di saetên sibehê de Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Hakan Fîdan piştî hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên hikûmeta Iraqê serdana Hewlêrê kir.

Hakan Fîdan destpêkê li gel Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê û Cîgirê Serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî civiya.

Li gor zanyariyan di civînê de mijara hinardekirina nefta Herêmê û hin mijarên din hatin axaftin.

Neçîrvan Barzanî: Ji bo pêşxistina têkiliyên Hewlêr-Enqere em amade ne

Nêçîrvan Barzanî, di civînê de ragihand ew di hemû aliyan de ji bo pêşxistina têkiliyên Hewlêr û Enqereyê amadene.

Her wiha Barzanî got,

“Em spasiya dewleta Tirkiye dikin ku di hemû aliyan de bi taybetî di demên zehmet de piştgiriya Herêma Başûrê Kurdistanê kiriye.

Wê Herêma Başûrê Kurdistan ti demê piştgirî û hevkariya Tirkiye ji bîr neke.”

Bi van gotinan Nêçîrvan careke din soza hevkariyê dan dewleta Tirk a dijminê gelê Kurd.

Hakan Fîdan piştî civîna li gel Nêçîrvan Barzanî, li gel Mesrur Barzanî civiya.

Wezîrê Tirk Fîdan pesnê hevkariya Barzaniyan da

Piştî civînê, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Hakan Fîdan jî di civînek çapemeniyê de pesnê hevkariya Hikûmeta PDK’ê a bi wan re da.

Ango pesnê piştgiriya Barzaniyan a ji bo dagirkeriyê û êriş û komkujiyên li ser pêşengên Tevgera Azadiyê da.

Fîdan spasiya Herêma Kurdistanê kir ku di rûbirûbûna terorê de hevkariya wan kiriye û got:

Ji bona wê em ê hemû hevkarî û piştgiriyek bikin.”

Mesrûr Barzanî: Me peywendiyên navbera Tirkiyê û herêmê guftûgo kir

Mesrur Barzanî jî di civîna çapemeniyê de ev tişt anî ziman:

“Me derbarê peywendiyên navbera Iraq û Tirkiye bi taybetî jî navbera Herêm û Enqere giftûgo kir.

Me di civînê de behsa hinardekirina nefta Herêmê û dosya ewlehiyê kir.”

Wezîrê Enerjiyê yê jî Tirkiye serdana Hewlêrê kir

Her wiha hemwextî serdan Fîdan Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Alparslan Bayr ktar jî serdana Hewlêrê kir.

Wezîrê Tirk li balefirgeha Hewlêrê ji aliyê Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê yê bi Kemal Mihemed Salih û hin berpirsên din ên PDK’ê ve hat pêşwazîkirin.

Back to top button