Çalakiya greva birçîbûnê 98 roj li pey xwe hişt

Çalakiyên greva birçîbûnê yên li zîndanên dewleta Tirk li dijî tecrîdê di roja 98’emîn de ye. Li derve jî çalakiyên piştgiriya berxwedanan û yên li dijî tecrîdê dewam dikin.
Parlamentera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît û diyar kir ku heta tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe wê li Tirkiyê edalet jî pêk neyê.

Berxwedan û têkoşîna ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan ku li gelek welatan hatiye destpêkirin bi vîneke xurt dimeşe.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li 107 girtîgehan dest pê kirî, di roja 98’an û ji aliyê koma 20’an ve didome.

Li Mexmûrê jî, çalakiya grevê ev 77 roj û li Yûnanistanê jî 59 roj in li dar e.

Kurd û Suryaniyên Almanyayê jî nama ji NY’î re şandin

Kurdistanî û Suryaniyên li bajarê Gutersloh û jinên Kurd ên Bîelefeled a Almanyayê dijîn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan name ji NY’yê re şandin.

Gulistan Kiliç Koçyîgî: Heta tecrîd bi dawî nebe, kes nikare qala edaletê bike

Endama Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê û Parlamentera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgî tecrîda li Îmraliyê û grevên birçîbûnê yên li girtîgehan nirxand.

Gulistan destnîşan kir ku heta tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe, mirov nikare qala wekhevî û edaletê bike û got:

AKP’ê sîstemeke welê dixwaze ava bike ku dema mirovek kete girtîgehê nikaribe careke din jê derkeve.

Em tecrîda li Îmraliyê ji naveroka giştî cuda nabînin û em ê têkoşîna bilindkirian dengê girtiyan bidomînin.

”Ji bo qanûneke bingehîn a demokratîk, divê pêşiya Rêbe Apo bê vekirin”

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan HDK’ê Îdîl Ûgûrlû jî anî ziman ku li Tirkiyê qanûneke bingehîn a demokratîk bi rakirina Tecrîda li ser Rêber APO pêkan e û wiha anî ziman:

Bi rakirina tecrîdê re tenê ne gelê kurd, dê bêhna hemû gelên Tirkiyê derkeve.

Back to top button