“Hikumeta Wîfaqê li pêşiya derxistina çeteyan dibe asteng”

Ber bi bidawîbûna aloziya Lîbyayê ve, hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî astengiyan li pêşiya derxistina çeteyan derdixe û weke kelemekê din li pêşiya çareseriyê jî, Qeter û Wîfaqê lihevkirineke leşkerî îmze kir.

Hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî li pêşiya derxistina çeteyên dewleta Tirk dibe asteng.

Li gorî lihevkirina herî dawî ya di navbera herdu aliyên Lîbî de, benda sereke derxistina van çeteyan bû, lê diyar e niyeta Tirkiye û Qeterê ne ev e.

Berpirsê Tîma Ewlehî ya Şandeya NY’yê ya ji bo Lîbyayê Selîm Reed piştî danûstandinên li bajarê Sêrtê ev tişt anî ziman:

Komîteya leşkerî ya Lîbyayê li ser derxistina çeteyan û çekdarên biyanî ji eniyên şer li hev kir, lê hikumeta Wîfaqê ya ku Tirkiyê desteka wê dike, hewl dide lihevkirinê asteng bike.

Paşê Berdevkê hêzên hikumeta Wîfaqê Mihemed Qununu jî axivî û vekişîna van çeteyan gavek li “hewa” û bi paş de dît.

Weke îşaret bi astengkirina danûstandinan jî, Qununu got:

“Eger rewş neyê rastkirin, em ditirsin bibêjin dibe ku danûstandin encam nedin.”

Qeter û Wîfaq lihevkirineke leşkerî îmze kir

Weke derxistina astengiyeke din li pêşiya pêvajoya siyasî, Qeter di nava hewldanan de ye.

Wezaretên parastinê yên Qeter û Wîfaqê lihevkirineke hevkariyê ji bo perwerdekirin û avakirina şiyanên leşkerî îmze kir.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Qeterê, ev yek duh piştî civîna herdu wezîran pêk hat.

Ev lihevkirin, hebûna leşkerî ya Qeterê li ser erda Lîbyayê, li gel hebûna wê ya ewlehî rewa dike.

Bi îmzekirina vê lihevkirinê re, benda duyemîn a lihevkirina Cinêvê binpê bû, ku “divê peymanên leşkerî yên perwerdekirinê li hundirê Lîbyayê bên cemidandin û hemû perwerdekarên leşkerî gava hikumeta nû hat avakirin, derkevin”.

Çavdêr dibînin Qeter bi vê gavê hewl dide lihevkirina komîteya leşkerî ya hevbeş asteng bike û Lîbyayê ji nava kavilan dernexîne.

Back to top button