Ji Rojavayê Kurdistanê biştgiriyeke xurt bi têkoşîna jinên li Rojhilatê kurdistan û Îranê re tê nîşandan.
Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi li darxistina komxebatekê piştgirî da serhildanên bi pêşeniya jinan.
Ji keziyê jinekê şoreşek…
Şoreşeke tijî têkoşîn û berxwedana jinan.
Bi pêşeniga jinan û bi felsefiya rêber Apo vê şoreşê li cîhanê deng veda.
Îro li Rojhilatê kurdistan û Îranê dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” ji desthilatê re bûye kabûs..
Şoreşa Rojava jî bi her alî ve piştgiriya serhildana Gelan a Rojhilat û Îranê dike.
Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan jî bi armanca piştgiriyê komxebatek li darxist.
Komxebat li hola Reşo ya bajarê Hesekê bi beşdarbûna gelek rêxstin û tevgerên jinan pêk hat.