Mexdûrên erdhejê: Dorpêç êşên me zêdetir dike

Dorpêça hişk a Hikûmeta Şamê ya li ser Şehbayê dewam dike..
Ev dorpêç metirsiya bobelateke mirovî derdixe holê.
Ji ber dorpêçê û sermaya zivistanê, nexweşî li kampan belav bûye.
Di vî halî de niha meha remezanê ye ..
Ji ber tunebûna pêdivîyan koçber gazinan dikin.

Koçberî, dorpêş, êriş û erdhej.

Koçberên Efrînê ku bi darê zorê hatin kooçberkirin rû bi rûyî êrişa ne ..

Bi ser de jî Hikumeta Şamê dor li wan girtiye ..

Di vî halî de erdheja ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê qewimî bandor li Sûrî jî kir ..

Erdhejê bandûrek mezin li koçberên Efrînê yên li Şehbayê dimînin kir.

Ji ber bandora erdhejê 85 malabtên Helebê jî berê xwe dan kampên Şehba ..

Rêveberiya Xweser a kantona Efrîn û Şehbayê Kampa Serdemê ji bo van malbatn fireh kir .

Plana vedana 300 konan danî.

Lê dorpêça li ser kantonê nehişt ev plan bi ser bikeve.

Li vir dorpêçkirina Şehba roj bi roj asêtir dibe ..

Nexweşî belav dibe ,her tirş li ber xilasiyê ye..

Jiyana bi dehhezaran kesî di metirsiyeke mezin de ye.

Meha Remezanê ye jî û di nava şert û mercên zehmet vê mehê de derbas dikin.

Mexdûrên erhejê yên li Şehbayê da zanîn ku dorpêça hikumeta Şamê êşan zêdetir dike.

Mexdûrên erhejê bang li rêxistinên mirovî kir ku dawî li vê dorpêça li dijî Şehbayê bînin.

Di meha Remezanê de pirsgirêkên koçberên Efrînê

Koçberên Efrînê daxwaz kirin ku rê bên vekirin û madeyên sereke yên jiyanê bikevin herêmê.

Koçberan tekez kir k ruxmî her tiştî jî wê heta dawiyê li ber xwe bidin..

Ji meha Tebaxê de, herêma Şehbayê dorpêçkirî ye û bi ser de erdhej birîna wan kûrtir kir.

Back to top button