Radyoya Dengê Cûdî..Di sala yekem a şoreşê de hat vekirin.
6 sal bûn ji ber pirsgirêkên teknîkî weşana wê sekinî bû.
Ji nû ve dengê xwe digihîne civakê.
Di 25`ê Nîsana 2016`an de ji ber êrîşên siber ên dewleta Tirk radyo weşana xwe da sekinandin.
Piştî 7 salên navberê,
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, ji bo vekirina radyoya Dengê Cûdî, ji nûve dest bi xebatan kir.
Endamê Rêveberiya Radyoya Dengê Cûdî Egîd Tolhildan van agahiyan dide:
Di encama amadekariyan de pirsgirêkên teknîkî hatin çareserkirin.
Piştî amadekariyan jî 6`ê Nîsana 2023`yan weşana radyoyê ji nûve destpê kir.
Navenda radyoyê li Qamişlo ye û weşana wê li ser pêla 101.3 li tevahiya herêma Cizîrê tê guhdarkirin.
Weşan serê sibehê saet di 09.00`an destpê dike û heta 18.00`an didome.
Weşana radyoyê li ser hesabên medya dîjtal jî tê dayîn.
Egîd Tolhildan destnîşan kir ku ewê di demên pêş de naverok û tora weşanê berfirehtir bikin.