Li Eyn Îsa û Hesekê yadê Uweyş hat bîranîn

Kongra Star li navçeya Eyn Îsa û Hesekê dayîka Uweyş bi bîr anîn.

Kongra Star a navçeya Eyn Îsayê û bajarê Hesekê du semîner li dar xist.

Li Eyn Îsayê endama rêveberiya Kongra Star Ruqeye Mihemed semîner bi rêve bir.

Tê de behsa kesayeta yadê Uweyş hat kirin ku xwedî kesayeteke xurt e.

Ruqeye destnîşan kir ku yadê Uweyş dayîka hemû gelên azad in .

Li Hesekê di heman çarçoveyê de Kongra Star li navenda xwe semînerek da.

Bi dehan endamên kongrayê tev lê bûn.

Di semînerê de endama rêveberiya Kongra Star Gulîşan Elî axivî ..

Gulîşan destnîşan kir ku yadê Uweyş ji bo hemû jinên têkoşer, mînak e.

Di dawiya semînerê de beşdaran berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna jinên azad silav kir.

Back to top button