Di lêgerîna 5 lêkolînerên Tîtanêkê de rewşa awarte

Keştiya ku binê berhrê de li ser Tîtanîk lêkolîn dikir hêjî nehatiye peyda kirin.
Bi derbasbûna demê re dema oksîjena wê bi dawî bû û jiyana 5 kesên ku têdene di xeteriyê de ye.
Her ku dem derbas dibe, hêvî kêm dibe, lê lêgerîn berdewam dike.

Wesayita keşfê ya Tîtan, ku tê de 5 kes ji bo dîtina bermahiyên Tîtanîk di bin avê de bûn hêjî nehatiye dîtin.

Tîma navneteweyî ya lêgerîn û rizgarkirinê di roja pêncemîn de operasyoneke mezin a lêgerîn didomîne.

Ji roja Yekşemê û vir ve agahî ji wan nayê girtin.

Wesayîta bi navê Titan, roja Yekşemê li Atlantîka Bakur dest bi noqbûna geştiyariyê ya ji pênc kesan kir.

Piştî du saetan pêwendiya bi wan re qut bû.

Îhtîmalala mirina wan pir zêde ye

Hate ragihandin ku dema depoyên oksîjenê yên Titan roja Pêncşemê xilas dibe.

Ger îro ew neyên dîtin wê 5 kesên têde ji ber bê oksîjeniyê jiyana xwe ji dest bidin.

Lê heta niha jî tu agahî ji wan nehatiye girtin.

Li gorî agahiyan dema oksîjena wan 5 kesan xilas bû ye û îhtîmala mirina wan pir zêdeye.

Rêwiyên Titan milyarderê Brîtanî Hamish Harding, 58, karsazê Brîtanî Shahzada Dawood, 48, û kurê wî, Suleyman, 19, Paul-Henri Nargeolet, 77, zanyarê fransî û pisporê Titanic, û Stocktomn Rush, CEO ya OceanGate ne.

Berger: 500 Koçber mirin, lê em zêdetir qala Tîtanîk dikin

Back to top button