Rûsya: Piştî windahiyan artêşa Ukrayna xwe komî serhev dike

Wezîrê Parastinê yê Rûsya Şoygu got: Eger Ukrayna bi çekên DYA û Brîtanya êrişî nava Rûsya bike, wê yekser bersivê bidin.
Di vê navberê de, Serokomarê Ukrayna Zelensky diyar kir ku Rûsya amadekariya êrîşeke terorîstî li ser santrala nukleerî dike.

Artêşa Ukrayna, bendwariyên xwe yên di êrişa dijber ya li dijî hêzê Rûsyayê dayî despêkirin bidest ne-xist.

Moskow bi vê îdiayê rewşa şerê li Ukrayna rave kir.

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu, li ser rewşa dawî daxuyaniyek da û got,

“Hêzên Ukraynayê çalakiyên xwe kêm kirine.

Ev yek piştî 16 rojan ji şerên aktîf û gihandina windahiyên leşkerî yên mezin, pêk hat.”

Şoygu îdia kir ku Ukrayna plan dike HIMARS û fuzeyên Storm Shadow yên ji aliyê Îngilîstanê ve hatine çêkirin Kirim jî di nav de ji bo êrîşî xaka Rûsyayê bike, bikar bîne.

Wezîrê Rûsî di wextekî karanîna van çekan de gef li Ukraynayê xwar û ev tişt anî ziman:

“Bikaranîna van mûşekan li dijî hedefên li derveyî qada şer a sereke wê bibe sedema êrişek li dijî navendên biryargirtinê yên li ser axa Ukraynayê dest pê bike”.

Piştî demeke dirêj a amadekariyê, Ukraynayê ji bo derxistina hêzên rûsî, dest bi êrîşeke dijber kir.

Li gorî Kîevê, êrişa dijber serketî ye û li gorî plansaziyê gav bi gav pêşve diçe.

Zelensky: Rûsya wê êrişekî terorîstî li ser santrala nukleerî pêk bîne

Di vê navberê de piştî daxuyaniya Şoygu, ji aliyê Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ve daxuyaniyek hat dayîn.

Zelensky, Moskow bi pêkanîna êrişeke terorî ya li dijî Santrala Nukleerî ya Zaparojiya tewambar kir.

Lîderê Ukrayna anî ziman ku ji bo ev êriş pêk were jî hemû şert û merca amade dike.

Zelensky têkildarî îdiayên xwe ti belgeyek fermî eşekere nekir.

Santrala navborî, li Ewropa ya herî mezin e.

Piştî Rûsya meha Sibatê dest bi êrişa li ser Ukrayna kir, bi demekî kin ev santiral kontorl kir.

Artêşa Ukrayna li pira Çongarê xist

Di vê navberê de, hêzên artêşa Ukraynayê pira Çongar a ku berê Kirima Rûsyayê bi Xersonê ve girêdide, kir armanc.

Berpirsên rêveberiya Rûsya ew li herêmê erkdar kirîn jî ev agahî piştrast kirin.

Rayedaran gotin, êriş bi rêya moşekî pêk hat.

Ev pir ji bo artêşa Rûsya xwedî grîngiyekî stratejîk bû.

Hêzên Rûsya bi rêya vê pirê pêdiviyên leşkerên xwe yên li herêmê peyda dikir.

Niha Rûsya neçare li rêbazeke din ya gihandina alîkariyê bigere.

Back to top button