HRE: Şervanê me Canşêr ku di êrişa dagirkeran de birîndar bûbû, şehîd bû

Şervanê HRE Canşêr Şêrewa 14’ê Hezîranê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de bi giranî birîndar bibû.
Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê wan, tevhî hemû hewldanên bijîşkan jî nehat rizgarkirin û di 20’ê Hezîranê de şehîd bû.

Hêzên Rizgariya Efrînê HRE, têkildarî şehadeta şervanê xwe Canşêr Şêrewa daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:

Canşêr li navçeya Şêrewa ya Efrînê di nava malbatek welatparêz ji dayik bûye.

Sala 2020’an, di tevlîbûna xwe ya li dijî dagirkeran, asta hişmendiya welatparêzî û hêrsa wî ya li hember dijmin bilind bû.

Bi beşdarbûna çalakiyên li Efrînê û derdora wê, ji bo ku şerê xwe di pratîkê de xurt bike, ezmûn bi dest xist.

Keda wî û tevlêbûna wî ya aktîf di jiyanê de-, ji aliyê rêhevalên wî ve hate dîtin.

Rêhevalê me Canşêr Şêrewa, li herêma Efrînê di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de erkdar bû û xebatên xwe dida meşandin.

Di encama êrîşa hewayî ya dagirkeriya Tirk de, 14’ê Hezîranê bi giranî birîndar bibû, tevî hemû mûdaxeleyan jî 20’ê Hezîranê gihîşt asta şehadetê.

Wek hêzên HRE em ê jiyan û helwesta wî ya li dîjî dagirkeran bikin bingeha sedema tekoşîna xwe.

Dawiya daxuyaniyê, hêzên Rizgariya Efrînê HRE sersaxî ji malbata şehîd û tevahiya gelê welat parêz re xwest û soza şopandina riya şehîdan heta pêkanîna jiyanekî azad da.

Li gorî daxuyaniya HRE nasnameya şehîd weha ye.

Nasnav: Canşêr Şêrewa
Nav û Paşnav: Ehmed Îbo
Navê Dayikê: Hemîde
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrîn | 20’ê Puşpera 2023

Back to top button