Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê ji bo şehîdên komkujiya 20 Hezîranê; marsîma sersaxiyê lidarxist.
Di merasîmê de soza domandina rêya şehîdan heya serkeftinê hate dayîn.
20’ê Hezîranê, dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê erbeyek kir armanc û di encamê de Yusra Derwêş, Lêman Şiwêş û Firat Tûma şehîd bûn.
Her sê şehîd doh bi merasîmên bi heybet hatin oxirkirin.
Îro jî Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê ji bo şehîdan konê sersaxiyê veda.
Konê sersaxiyê li qada avahiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li navçeya Amûdê hate vedan.
Xelkê herêma Cizîrê, saziyên sivîl, şêx û rûspiyên eşîran, partiyên siyasî, gelek rêxistin, tevger û hevalên şehîdan berê xwe dan bin konê sersaxiyê.
Li bin konê sersaxiyê, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Ilham Hisên axivî û soza domandina rêya şehîdan da.
Şêwermenda Rêveberiya Xweser li herêma Cizîrê Cîhan Xelîl jî diyar kir ku êriş li dijî berxwedana gel û jinan pêk tên.
Cîhan Xelîl bêdengiya hêzên navnetewî a li hember êrişan jî şermezar kir.



