Amûdê-Bi merasîmekî bi heybet şehîd Lêman û Yusra hat oxirkirin

Îro bi merasîmên cûda cenazeyên şehîdan li Amûdê û Qamişlo hatin oxirkirin.
Di merasîmê oxirkirina şehîd Yusra Derwêş û Leyman Şiwêş de, heval û dostên wan soza pêkanîna hêvî û şopandina rêya wan dan.
Her weha dan zanîn ku îradeya pêkhateyan sembol e, Rêveberiya Xwerser jî dê îradeyan wan bimîne.

Bi hezaran şêniyên Herêma Cizîrê cenazeyê Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş û Cîgira Hevserokatiya Meclisa Kantona Qamişlo Leman Şiwêş oxir kirin.

Merasîm li Goristana Şehîd Isamîl a navçeya Amûdê li dar ket.

Di merasîmê de, nûnerên Rêveberiya Xweser, heval û dostên şehîdan sersaxî xwestin û gotin:

Dewleta Tirk a dagirker ji bo piştgiriya terorê û dagirkirina Sûriyê asta êrişên xwe zêdetir kiriye.
Kesên axivîn gotin, Êdî bes e ji hêzên garantore, bi vê bêdengiyê hûn dibin hevkarê van komkujiyan in.

Divê ji bo şopandina rêya Şehîd Yusra û Lêman gelê me li derdor rêveberiya û hêza xwe bicive û siyasetên qirkirinê têk bibe.

Piştî xwendin û radestkirina wesîqeyên şehîdan, cenazeyê şehîd Yusra Derwêş û Leyman Şiwêş hatin oxirkirin.

Qamişlo-Cenazeyê şehîd Firat Tûma hat oxirkirin

Cenazeyê endamê Meclisa Kantona Qamişlo Firat Tuma jî li Qamişlo hat oxir kirin.

Di merasîma oxirkirinê de bi dehan şênî û nûnerên saziyên suryan û keldan, nûnerên Rêveberiya Xweser beşdar bûn.

Merasîm li gor rê û resêm civaka Suryan li dêra Mar Yaqûb El Nesîbînî ya Keldan pêk hat.

Piştî nimêjê, cenaze ber bi Goristana Keldan a li taxa Siyahî ve bi rê ket.

Li goristanê jî kesên axvîn gotin êrişên rojane yên dewleta Tirk bi armanca derxistina tevliheviyê û tirsê di nava gelê herêmê de ne.

Hat gotin, aliyên navneteweyî û herêmî naxwazin aloziya li herêmê bi dawî bibe.

Piştî axaftinan, wesîqeya şehadetê hate xwendin û cenazeyê şehîd hat veşart.

Back to top button