Tevgera Jinên Azad TJA dest bi kampanya ‘Em xwe diparêzin’ kir

TJA’yê li dijî tecrîd, destdirêjî û qirkirinê bi dirûşma “Em xwe diparêzin” dest bi kampanyayekê kir û wê çalakiyan li dar bixe.

Tevgera Jinên Azad TJA’ê civîneke çapemeniyê li dar xist û ragihand ku wan bi dirûşma “Em xwe diparêzin” dest bi kampanyayekê kirin û wê 4 mehan bidome.

Civîn li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a li avahiya rêxistina HDP’ê ya bajarê Amedê pêk hat.

Aktivîstên TJA’yê, Rêveberên HDP û DBP’ê û gelek jin tevlî civînê bûn.

Daxuyanî ji aliyê Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Xweparastin mafekî sereke û bingehîn e, em jî îro ji bo ku kampanya xwe ya ‘Em xwe diparêzin’ bidin destpêkirin, li vir in.

Zext û zor çiqas li me bê kirin jî, em xwe diparêzin û bi destkeftiyên xwe em heta roja îro hatine.

Jinan çiqas li ber xwe dan, dewletê jî ewqas polîtîkayên xwe yên şerê taybet kûr kir û êrişî wan kir.

TJA’yê di dewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew di vê kampanyaya xwe de li dijî dagirkerî, destdirêjî, beden, jiyan, ked, ziman û azadiya xwe û hemû mafên xwe diparêzin.

– Em li dijî zihniyeta mêrperest a rejîma AKP-MHP’ê û hevkarên wan, dengê xwe bilind dikin.

– Em ê di kampanyaya xwe de li dijî êriş û polîtîkayên şerê taybet, li dijî tundûtûjiya zayendî ku jinan ji xwe re dike kole, têkoşîna xwe ya hevpar bilind bikin.

– Em ê li dijî pergala ku tecrîda li Îmraliyê wek komkujiyekê dimeşîne, azadiyê biparêzin.

– Em ê li dijî wê zihniyeta ku dixwaze hin xalên peymanê biguherîne û betal bike, Peymana Stenbolê biparêzin.

– Wek encam, em bang dikin ku di serî de jinên ciwan ên Kurd û gel werin û li kampanyaya me xwedî derkevin.

Back to top button