“Di trajediya keştiya li Yewnan de 209 Pakistanî mirin e”

Pakistan a berê ragihandî 12 welatiyên wê sax ji keştiyê xelasbûyî de, vê carê got:
209 welatiyên wan bûne qurbanî.

Li gorî daneyên ku Ajansa Lêpirsînê ya Federal a Pakistanê bi ajansa nûçeyan a Reutersê re parve kir, ji kesên ku di felaketa keştiyê de mirin 181 kes ji Pakistanê ne û 28 jî ji herêma Keşmîrê ya di bin kontrola Pakistanê de ne.

Ajansê da zanîn ku ji 201 malbatan nimûneyên DNA’yê hatine komkirin da ku di tespîtkirina nasnameyan de alîkariya rayedarên Yewnanîstanê bikin.

Di nava kesên hatîn rizgakirin de 12 Pakistanî jî hene

Lê ajansê îşaret bi wê yekê jî kir ku li gorî hejmarên fermî yên hatine ragihandin, di bûyerê de 82 kes mirine û 104 kes hatine rizgakirin.

Hat diyar kirin ku bi zelalî nehatiye zanîn ku ajansê li ser çi bingehê peyva “mexdûr” bikar aniye.

Hejmara rêwiyên di keştiyê de ne diyar e, lê tê texmînkirin ku di keştiyê de bêtirî 750 koçber hebûn.

Medyaya Pakistanê ragihand ku nêzîkî 300 welatiyên Pakistanî di karesata keştiyê de jiyana xwe ji dest dane.

Li Pakistanê 9 kes ji ber bûyera keştiya binavbûyî hatin girtin

Wezareta Karên Hundir a Pakîstanê ragihand di bûyerê de 12 welatiyên Pakîstanê hatine rizgarkirin û diyar kir ku ji ber felaketê 9 kes li Keşmîrê û kesek jî li Gujarat hatine girtin.

Keştiya 64 koçberên Kurd dinav de bûn hate rizarkirin

Back to top button