Rûsya bi moşekan êrişî bajarên Ukrayna kir

Rûsiya careke din bi dijwarî êrişî Ukraynayê kir.
Artêşa Rûsya bi dijwarî êrişî Kîev, Xarkiv û Odesa kir.
Rêveberên Ukrayna dibêjin, di encama êrişan de 5 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Di demekî ku Amerîka îdia dike ku eger piştevaniya çekan bû Rûsya neyê kirin ew ê têkçûneke mezin bixwe de, Pekîn bi piştevaniya bo Moskow tewambar kir.

Îro di serê sibehê de, Ukrayna carke din bi dengê moşekên Rûsya şiyar bûn.

Hêzên Rûsya bi dijwarî êrişî paytext Kîev, bajarê duyemîn yê herî mezin Xarkîv, bajarê benderên wê li ser Derya Reş Odessa û herêmên din kir.

Rayedarên herêmî ragihandin ku di encama êrişan de, 5 sivîlan jiyana xwe ji dest daye.

Wezîrê Enerjiyê yê Ukraynayê Herman Khalushçenko got;

Êrîşên moşekî li navendên enerjiyê yên li Kîev, Mikolaiv, Xarkov, Zaporijiya, Odessa, Dnipropetrovsk û Zitomirê hatine kirin.

Khalushçenko ev êrîş şermezar kir û ew wek “Êrîşeke din a hovane li ser binesaziya enerjiyê ya Ukraynayê” bi nav kir.

Şaredarê Kîevê Vitali Klitschko diyar kir ku li başûrê rojavayê bajêr teqîn çêbûn û tîmên hawarçûnê çûn herêmê.

Hat ragihandin ku li hin deverên bajêr elektrîk qut bûye.

Şîrketa enerjiya atomî ya dewletê Energoatom jî ragihand ku Santrala Nukleerî ya Zaporijiya ku ji aliyê hêzên Rûsyayê ve hatiye kontrolkirin, di encama êrîşên moşekî de enerjiya xwe winda kiriye.

Êriş piştî serdana Guterres bi çend saetan pêk hat

Êrîşên moşekî çend demjimêran piştî ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres serdana Kîevê kir pêk hat.

Guterres ji bo ku bi Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky re li ser dirêjkirina peymana ku rê dide şandina genim ji benderên Deryaya Reş a Ukraynayê û hinardekirina xwarin û zibil ya Rûsyayê re civiyabû.

Li Bahmûtê şer dijwar e

Ji aliyê din ve, ji bo desteserkirina herêma Bahmûtê di navbera hêzên Rûs û Ukraynayê de şerên dijwar pêk tên.

“Piştevaniya çekan bo Rûsya neyê kirin wê têkçûneke mezin bibîne”

Ji aliyê din ve, Dîrektora Îstixbarata Netewî ya Amerîkayê Avril Haines got,

Eger Rûsya seferberiyeke nû ragihîne û çekan ji derve negire, wê di mehên pêş de ji kontrolkirina parçeya xaka nû zêdetir, yên di destê xwe de jî winda bike.

Cara yekem di rûniştina Senatoyê de, Haines ragihand ku wan dît Çîn li ser erdê piştgirî dide Rûsyayê.

Haines got, ew ê di rûniştineke girtî de hûrguliyên alîkariya ku hatiye dayîn eşkere bike.

Back to top button