Yekemîn Festîvala Biharê ya Xewgehan bi çalakiyên werzîşî û pêşbirka pirsan li avahiya Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê hat destpêkirin. Festîval wê 3 rojan berdewam bike û dê 5`ê Gulanê de bi xelatkirina xwendekaran bi dawî bibe.
Zanîngeha Rojava ji bo xwendekarên di xewgehan de dimînin, Festîvala Biharê ya 1`emîn ya Xewgehan li bexçeyê avahiya Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo dest pê kir.
Îro roja yekemîn a fastîvalê bû. Di wê çarçoveyê de 5 çalakiyên werzîşî û pêşbirka 50`î pirsên çandî li dar ketin.
Di çalakiya îro de xwendekar, malbatên xwendekarên li herêmê, rêveber û mamosteyên Zanîngeha Rojava amade bûn.
Endama Meclisa Xwendekaran Canda Xelîl axivî û wiha got:
“Em hewl didin ku bi rêya vekirina zanîngehan li herêmên rizgarbûyî û lidarxistina van çalakiyan ciwan li rastiya civaka xwe vegerin.”