Kurdistaniyên li Ewropa li ber avahiya NY tecrîd şermezar kirin

Çalakiya Kurdistaniyan ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan her roja çarşemê li ber avahiya NY didome.
Girseya ku li Cenevreyê hatin ba hev, banga azadiya Kenan Ayaz kirin.

Çalakiya Kurdistaniyan ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji 25’ê Çileya 2021’an û vir ve her roja çarşemê li ber avahiya NY a li bajarê Cenevre yê Swîsreyê tê lidarxistin, didome.

Hevserokê NCDK’ê Mehmet Latîf Çelebî anî ziman ku cîhan li ber tecrîda li dijî Abdullah Ocalan bêdeng e û wiha got:

“Raporên Îmraliyê ku Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) weşand, êşkenceya tecrîdê eşkere kir. CPT, Konseya Ewropa û NY’ê van raporan ji neditî ve tên.”

Li ber avahiya NY’ê azadiya Kenan Ayaz hat xwestin

Her wiha di çalakiya rûniştinê ya vê hefteyê de ku di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” de didome, daxwaza azadiya siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz jî hate kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Kenan Ayaz li Qibrisê hatibû girtin, biryar hate dayîn ku wî radestî Elmanyayê bikin.

Çalakiya li ber avahiya NY’ê didome: Em ê li dijî êrişan li ber xwe bidin

Back to top button