Vîrûsa Corona li Kurdistanê û welatên herêmê jî belav dibe.

Vîrûsa corona li Kurdistanê û welatên herêmê jî belav dibe.

Yek ji welatên herî zêde ku ji vîrûsê bandor bûye, Îran e.

Hat raghandin ku wê Îran 10 hezar girtiyên ku din nav wan de ên siyasî jî hene, efû bike.

 

Li Kurdistan û welatên herêmê jî vîrûsa Corona hîna bi rengekî metirsîdar, belav dibe.

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand ku di 24 saetên dawî de jimara kesên bi vîrûsê ketine, gihîştiye 177 kesan.

Wezaretê da zanîn ku kesek din jî, jiyana xwe ji dest û jimara giştî ya miriyan derketiye 13’yan.

 

Yekem rewş li Dihokê hat tomarkirin

Li başûrê Kurdistanê jî virûsa tê dîtin.

Wezareta Tendurisiyê ya Başûrê Kurdistanê ragihand ku li Dihokê kesekî 50 salî ku ji Almaniya vegeriya ye, bi vîrûsê ketiye.

Li Başûrê Kurdistanê heta niha bi giştî 40 kes bi vîrûsê ketine û kesek miriye.

Her wiha 13 jî rehet bûne.

Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê li dijî vîrûsa corona kampanya hate ragihandin.

Her wiha bang li sermayedaran hate kirin ku ji bo amûrên tibî û pêwîstiyên tendurisityê alîkariyê pêşkêş bikin.

srnk-19-03-2020-mahmur-kampi-belediye-esbaskan

Li Wargeha Mexmûrê ku zêdetirî 8 mehan e ambargo li ser heye, ji bo vîrusê ti gav nehatin avêtin.

Li wargeha ku 12 hezar kurd dijîn, tê gotin ku derman jî nemane.

Li Şengalê jî ji bo têkoşîna li dijî virûsê, komisyonek hat avakirin

 

Li Tirkiyê 2 kes ji ber corona mirin

Li Tirkiyê ku heta niha li ser jimar û cihên kesên ku bi vîrûsê ketine, daneyên rast nayên parvekirin.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca diyar kir ku li welat jimar kesên bi vîrûsê mirine derket 2’yan û jimar kesên pê ketin jî derket 191’an.

Wezîr anî ziman ku kesê duyemîn ê bi vîrûsê mir mêrekî 61 salî ye.

Li aliyê din hat gotin ku fermandarê berê yê Hêzên Bejayî yê Artêşa Tirk Aytaç Yalman ku piştî Peymana Edeneyê, li ser navê Tirkiyê bi Suriyê re hevdîtin meşandin û di komkujiya girtîgehan a sala 2000’î de rola wî hebû, bi virûsa coronayê miriye.

Herî dawî dimeneke civîna bijîşkên tirkiyê li ser tora civaki belav bû.

Di civînê de tê gotin, ji mara daneyên kesên bi vîrûsê ketine bi hezarane.

Piştî vê careke din derket holê ku deshilata dewleta tirk li ser daneyên vîrûsê agahiyên rast bi raya giştî re parve nake.

Îran wê 10 hezar girtiyan efû bike

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê eşkere kir ku li Îranê her 10 deqeyan kesek dimre û da zanîn ku jimara kesên bi vîrûsê ketin 18 hezar û 407’e.

Bi mirina 149 kesî re jimara giştî derket hezar û 284′ an.

Li gorî nûçeya televîzyona dewletê ya Îranê, lîderê olî Ayetûllah Elî Xamaney wê 10 hezar girtiyan Efû bike.

Di nava wan de girtiyên siyasî jî hene ku kêmî 5 salan cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn.

 

KCDK-e bang li bijîşkên Kurdistanî yên li Ewropayê kir

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) ji bo rêgirtina li ber vîrûsa Corona bang li bijîşkên Kurdistanî yên li Ewropayê kir ku tevlî komîteyên tenduristiyê bibin û bi berpirsyarî tevbigerin.

Back to top button