Rêveberiya Xweser a Şengal: Şoreşger Menal bi êrişeke bêbext şehîd bû

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê ragihand ku şoreşger û rewşenbîr Menal Mêrdîn di encama suîqestek bê-bext bi destê dewleta Tirk û PDK’ê şehîd bû.

Foto di girupa agahiyan de hene

Rêveberiya Xweser a Şengalê di daxuyaniyê de got: Destpêka sala nû, 2’ê Çileya 2023’an li nahiya Tilezêr a Şengalê bi destê dewleta Tirk û PDK’ê êrîşeke bêbext hate kirin.

Di encamê de şoreşger û rewşenbîr Menal Mêrdîn şehîd bû.

Rêveberiya Xweser anî ziman ku ewê hesabê şehîdxistina şoreşger Menal ji dewleta Tirk û PDK’ê bixwazin û got:

Hun çi bikin jî, nikarin îradeya me têk bibin.

Şoreşger û rewşenbîr Menal Mêrdîn 43 salan di nava tevgera azadiya Kurdistanê de cihê xwe girtiye.

Hevalê Menal, piştî fermanê jî berê xwe da Şengalê û bi tecrubeya xwe xizmeta civaka Êzidî kir.

Dewleta Tirk a dagirker û PDK ji bo rê li ber vegera gel bigirin, her care êrîşê dikin.

Ji bo şermezarkirina van êrişan jî, sibe meşeke girseyî li Tilezêrê tê lidarxistin.

Bang li hemû gel hat kirin ku tevlî meşê bibin.

Back to top button