Çalakiya li ber avahiya NY’ê didome: Em ê li dijî êrişan li ber xwe bidin

Girseya ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li ber Ofîsa NY’ê ya li Cenevreyê hat ba hev, ji bo berxwedana li hemberî binçavkirinên Bakurê Kurdistanê bang kir.

Di çalakiya rûniştinê ya vê hefteyê a li pêşiya avahiya ofîsa NY a Cenevreyê binçavkirinên li bajarên Tirkiye û bakûrê kurdistanê hatin protestokirin.

‘Em ê bi berxwedanê bibin bersiv’

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Mehmet Çelebî di çalakiyê de axivî û bertek nîşanî operasyonên qirkirina siyasî yên navend Amedê da û got:

“Bloka faşîst dizane ku wê biçe, ji ber wê êrişên xwe berfirehtir kir.

Emê jî bi berxwedanê bersivê van êrişan bidin.

Çelebî diyar kir ku hêza ku wê bloka faşîst têk bibe, tevgera kurd e û banga mezinkirina têkoşînê û tevlîbûna xebatên hilbijartinê kir.

Back to top button