Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Cizîrê bi dirûşma “Bi rihê Apoyî xwe nû bike cenga azadiyê ser bixe” civîna xwe ya salê li dar xist.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Cizîrê civîna xwe salê bi beşdariya 600 delegeyan, li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo a Qamişlo li dar xist.
Di civînê de tevgerê kar û xebatên xwe yên sala 202’an nirxand.
Her weha perspektîfên Rêber Apo ên derbarê ciwanan de û rapora salê ya tevgerê hatin xwendin.
Beşdaran diyar kir ku divê sala 2023’ê bibe sala pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.
Civîn bi van xalên encamnameyê bi dawî bû:
Lidarxistina çalakiyan ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.
Rêxistinkirina çalakiyan li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî.
Li hember modernîteya kapîtalîst, pêşxistina çanda jiyana şoreşgerî bi rêya lidarxistina dewreyên perwerdeyê.