Welatiyên Soran: Divê partiyên Kurdî kongreya netewî pêkbînin

Li Başûrê Kurdistanê welatiyên navçeya Soran daxwaz ji serkirdeyên siyasî yên Kurd kirin ku pişta xwe bi welatên herêmî û navdewletî girênedin.

Welatiyê bi navê Karox Elî dibêje ji bo ku Kurd bê pişt nemînin pêwîste yekgirtî bin û xwedî yek armanc bin.

Karox Elî destnîşan kir ku Kurd bi dirêjahiya dîrokê hertim di nava xwe de parçebûn jiyan kirine û yekgirtina xwe pêkneanîne.

Karox daxwaz ji hêzên kurdî kir ku kongreya netewî ya Kurd pêk bînin.

Welatiyê bi navê Ebdullah Ebdulwehab jî diyar kir ku ger di vê demê de Kurd nebin yek wê ziyanên mezin bibînin.

Ebdullah daxwaz ji serkirdeyên siyasî yên Kurd û aliyên siyasî kir ku yekgirtina netewî pêkbînin û pişta xwe nedin welatên herêmî û navdewletî

Back to top button